Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mirovekirind

profîla "mirovekirind"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [2 nivîskarên herî hêja yên tirşikê] de;

13. yek ji wan ez im: mirovekirind. lê em bi tevahî ne 2 ne. em pir in. ji ber ku yek ji wan ez im, guh bidin min, ka herî hêja yên din kî ne, nîşanî we bidim.

yekî ferhengşikyayî hebû, nivîskarek ku berî herkesê bala min kişandibû (2013) ew bû di tirşikê da. bi kurmancî pir bi rehetî qise dikir. mi' go' w'eeeew, çiqas kurdewarî ye (wow, what a kurd!). ez hîna nû bûbûm endamê tirşikê. min navê xwe danîbû "mirovekirind" lê bi dîtina nivîsên ferhengşikyayî dilê'm kiç kir û di cî de min dev ji nivîskarîyê berda. ji ber ku berî herkesê çavên min ketibû li peyamên mr. şikyayî, heya sala 2015an min dest bi nivîsandinê nekir di tirşikê da. mala wî ava! bi rastî jî nivîskarekî pir hêja ye.

jifezayêgurdadanî her ku di bin mijarek da li dijî ramaneka bavsalarîyê tê, qiyamet radike û di heman demê da pevyeka nû û qure derdixe holê û min şaş dihêle. ro bi ro peyvên nû jê dielimim. ez dibêm qey jifezayêgurdadanî, ferhengeka kevin ya wê heye û gava dem dema nivîsê ye, çend peyvan ji wê ferhengê derdixe û difirîne li ser me. car bi car jî qala pirtûkan û filan û bêvan dike.

belê, û birayê me yê hawayo miyazaki heye. di derbarê mijar ên cûrbicûr da dinivîse. dirêj dinivîse û niza'm çima bi her tim dilşa ye. dizanim, birayê me yê hawayo miyazaki jî hêja ye. lê nahê bîra min çima. bi demekî dirêj e li rastî nivîsên wî nayêm û wî nabînim di tirşikê da. dibe ku jê wê yekê be.

û yekî simûrgpêncîûşaş hebû, ez dibêm hîna jî heye. maşela tu dibêjî qey motor e, hema di derheqê tiştan da dibêje ha dibêje. car dibe, bi tijenivîsandina wî, tirşikvanên feqîr tişt nemaye ku bibêjin, dilê wan ji mijarê sar dibe, berê xwe didin mijareka din û belav dibin, diherin. wekî mînak mahmut baksi/102098

belê nivîskarên herî hêja û yên ne herî hêja,
wekî hûn jî dibînin, çend nivîskarên me yên ji nivîskarên herî hêja ew in. yên mayî, ez dê bi carekî din ji we ra qal bikim. maşalê navê wan jibîr nekim û tevlihevî jî çênebe!
belê.



27.02.2019 00:49 ~2019.12.04 21:50 | mirovekirind