Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mistefa

profîla "mistefa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kîbar krîstîn ozbey] de;

3. Xwarziya Mîlan Kûndera , Dîlan Kûndera - ku bi 'eslê xwe ji Mûşa şewitî ye - di heqqê Kristin xan de dibêje 'Jinek pirr naîf e' . Rast e jin jinan nas dike . - digel ku ez nizanim "Naîf" bi Kurdî çi ye :/ -

Krîstîn Özbey Jî ji Mûşê ye lê li Farqîna Diyarbekirê mezin bûye û mala wan li ber keleha Zembilfiroş bûye pişt re bi salan li bajarê tirkan mane . Pêşî bi tirkî nivisiye paşê dest bi kurmancî Dike lê ji ber ku Kurd wê zêde aciz dikin xuyaye ew ê ji 'kurdbûnê' jî îstifa bike li zimanekî nû digere * pirr he'j Bismilli Zeko dike * 'dilnaziktirîn' helbestvana kurd e ez bawer im . min kitêba wê ya Şevdank xwendiye ku keser dinuqite jê. kitêba wê ya bi navê sorxelî jî heye . Ez dikarim ku bêjim Rist û rû û dengê wê dişibe hev . Her sê jî ji hev xemgîntir in. demeke bi şanoyê re jî mijûl bûye lê niha bêhtir xebatên wêjeyî dike . Helbestên wê yên bi navê "evîna kezîkurî" û "werîs" bila di bîra we de be . bixwînin .



11.03.2015 00:57 | mistefa