Tirşik - Profîl
tirşik-profîla parêzerê nîvçe

profîla "parêzerê nîvçe"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [helbestên cegerxwîn] de;

19. helbestên kû vergera bi kurdîya niha yan jî bi tirkî hewceye. mesela di tirşikê de kes kare vê helbestê bi temamî vergerine tirkî? bawer nakim.



Payebilindî

Welatperestî

Çekên qelsan e:

Jarî û mestî



Zana û jîr im

Bindestê dijmin

Çiqas dijwar e

Ewreng bindestî



Destan vemalin

Dakevin meydan

Eger dixwazin

Bigrin serbestî



Ey gernasên kurd

Rabin weke şêr

Ji xwe bawêjin:

Xwarî û sistî!



Xebat ji bo me

Divêt bi xurtî

Dilpak û zana

Gelek bi ristî



Welat xwe bûk e

Xwîna me qelen

Naxî ber sîngê

Bûkê nexwestî



Metirse ko kurd

Pir paş de maye

Kesî nedî goşt

Bê çerm û hestî



Qûnax bi qûnax

Diçî ser çiyê

Rast e di vê rê

Gelek diwestî



Welat ta kengî

Wilo parçe bî

Em tev di nav de

Jar û şikestî



Cigerxwîn îro

Gel pir şiyar e

Bes e metirse

Kêr gîha hestî!



22.05.2015 16:31 | parêzerê nîvçe