Tirşik - Profîl
tirşik-profîla diranfîq

profîla "diranfîq"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sînema] de;

3. sînema wek dîmenên bi tevger tê pênasekirin.destpêka wê ji hêla gelek kesan ve bi brayên lûmîeran ve ye.beriya lûmîeran jî hîn tişt hatine kirin lê ji ber kû kameraya lûmieran a bi navê sinematograf gor demê ya herî pêşketî bû dîroka sînemayê bi wan destpêdike.lumîeran bi kameraya xwe li welatan digeriyan û dîmenan qeyd dikirin . mijar ,lîstikvan an jî çirok tunebûn ji bo wan .ji van qeydan ya herî navdar 'gara trênê' ye.gora tê gotin dema lûmîeran di salonêke de wê qeydê nîşan dane gelek mirov tirsiyane û ji salonê reviyane.ji ber ku heya wê demê kesekî dîmenên bi tevger nediyê bi wan ecêb hatiye û helbet brayên lumîer jî bi xêra vê gelek dewlemend û navdar bûne.piştî wan melîes li studyoyê dest bi çêkirina fîlman kiriye. fîlmên melîes yên fantastîk in û fîlmê wî yê herî navdar 'rêwîtiya hîvê'(Le Voyage dans la Lune) ye.piştî wan yê herî navdar grîffîth tê .grîffîth bi fîlmê xwe yê bi navê 'zayîna netewekê'The Birth of a Nation navdar e û ev fîlm sê saetan didome .piştî van agahiyan di 1913'an de hollwood tê avakirin,di 1914'an de charlîe chaplîn bi fîlmên xwe yên bêdeng derdikeve.piştî wan bûyeran sînema li her derê belav dibe.carna ji bo propagandayê carna ji bo bişaftine carna ji bo şoreşekê dibe amûrek carna jî tenê wek sînema dimîne û belav dibe.



27.03.2015 03:32 | diranfîq