Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîşel temo] de;

2. siyasetmedar û nivîskarekî kurd e. di sala 1957an de li gundekî piçûk ji herêma dirbêsiyê (rojavayê kurdistanê) hatiye dinyayê. Wî di sala 1980î de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye, û heta sala 2000î di Partiya Hevgirtina Gel de kar kiriye. Ew yek ji wan kesan e ku Navenda Celadet Bedirxan a Rewşenbîrî li qamişlo di 10ê berfanbara 2000î de ava kiriye. Di sala 2005an partiya Şepêla Pêşeroj a Kurdî damezirand. Di sala 2008an hate girtin û sê sal û nîv hate dadgehkirin. Piştî derketna wî ji girtîgehê bi çar mehan di 7ê cotmeha 2011an de li Sûrî, li bajarê Qamişlo, bi suîqestekê hate kuştin. Mişel Temo ligel karê siyasî ew çîrok û helbest bi kurdî û erebî nivîsandine.



Ji berhemên wî:



- Gotina dawî, 2001 (bi erebî)

- Bawerî û nêrîn, 2002 (bi erebî)

- Rûpelên welatekî bêwelat, 2002 (bi kurdî)

- Gopalê sor, çîrok, 2003 (bi kurdî)







19.03.2015 21:20 | remlavêj