Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêjî] de;

10. serdema navîn de li brîtanyayê wê hingê çapxane nebûn, piraniya xelkê nedizanî ka xwendin û nivîsandin çi ye. çîrok bi rêya dengbêjan, bi devkî di nav xelkê de belav dibûn. “troubadour” ango mirovên xwedîşiyan dengbêjên serdema navîn bûn.



troubadour li qadên gund û bajaran digeriyan, geh li kolanan û geh li şahiyên dewlemendan, stran bi muzîk û dengê xwe yên xweş digotin. stranên troubadouran çîrokên şerî, evîndariya fêris û qehremanan bûn. dengbêjên feqîr, rojekî têr û yekê birçî jiyana xwe berdewam dikirin. ji wan yê bextewar ew bû dema derfeta wî çêba û li qesra mirovekî halxweş an jî li qesra qralekî hunerê xwe nîşan bide, hingê dibû ku qralî pereyeke baş dabayê da ku çîroka jiyana wî jî li hember xelkê bi stranî bê vegotin.



19.03.2015 20:50 | remlavêj