Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [franz kafka] de;

17. armanca franz kafka qet nebû ku bê nas kirin. nivîsandin jê re bibû wekî stîleke jiyanê, wekî monologekî ji xwe tenê re dinivîsand, berhemên xwe jî çap nedikir, di jiyana xwe de tenê hinek kurteçîrok di pirtukekê de belav kir lê ew jî bêyî dilê xwe û bi daxwaza hevalê xwe helbestvan maks brod kir. her di destpêkê de poşman bû û nameyek ji xwediyê weşanxaneyê re rêkir û got: ''heger hûn pirtûka min çap nekin û paş de li min vegerînin dê gelek şa bim.'' lê belê nameya wî dereng gehişt weşaxaneyê û berhema wî di çapê de bû. franz kafka ji xeyala ku navê wî bê nas kirin bizdiya, rabû û çû cem pirtûkfiroşî û deh nisxe ji pirtûka xwe kirîn, jê hatibûya dê pereyê hemî nisxeyan dabûya de kesekî dî wan pirtûkan nekire. paşê bihîst ku 11 nisxe jê hatine firotin. kafka wekî ku nûçeyeke xirab bihistîbe sekinî û di ber xwe de got ''min deh nisxe kirîn gelo yê ku nisxeya yazdehê kirî kî bû''? piştî mirina xwe wesiyeta ku franz kafka ji hevalê xwe maks brod re hiştibû ew bû ku hemî tiştên ku wî nivîsîne bên sotin û kurteçîrokên wî yên ku berê hatine weşandin ji pirtûxane û pirtûkfiroşan bên berhev kirin û êdî belav nebin. lê belê hevalê wî maks brod ev daxwaz pêk neanî û got berhemên kafka emanet û mîrateyeke wêjeyî ne û mixabin ew mecbûr e ku ''xiyanetê'' li daxwaza kafka bike ne li emanetê ku teslîmî wî bûye.



franz kafkayê bêdeng tu carî nedihat bîra wî ku dê hewqasî bê nas kirin û çi rêzeke ku wî nivîsandiye dê bibe belgeyek biqîmet. nameyên ku ji çend gotinan pêk tên û têbîniyên şexsî ku wî nivîsîne jî bûn mijara lêkolînan û bi hezaran doktorayên lîteraturê li ser berhemên wî hatin kirin. hejmareke mezin ji wêjevan û feylesofên cihanê pirtûkên xwe li ser berhemên wî derxistine. franz kafka bû nivîskarê ku piştî william shakespeare herî pir lêkolîn li ser kesayetî û berhemên wî hatine kirin û heta niha jî mirov li ser nêrîn û ramanên wî lêkolînên kûr dikin. dibe ku ''mystery'' an jî nediyarbûna armancê di berhemên wî de yek ji tiştên herî xurt be ku berhemên wî hewqasê balkêş bin. mirov tehmê jê dibîne heger mirov li hemberî tiştên zehmet hêza xwe kom bike û lêbixebite ku zehmetiyan hêsanî bike û rastiyê li gor xwe analîz bike. franz kafka di destpêka sedsala bîstê de bi stîla xwe ya nû ku ji hemî normên klasîk borî dergeheke nû vekir, dergeheke ''nediyar'' pir balkêş. franz kafka ji malbateke cihû bû û zimanê wî yê axaftinê çekî bû, lê belê wî bi elmanî dinivîsand. wî hemî periyodên xwendina xwe bi zimanê elmanî kir heta doktora di qanûnê de wergirt. wê demê çekistan grêdayê awisturyayê bû û zimanê fermî elmanî bû.



berhemên franz kafka sê roman, hejmareke mezin ya çîrok û kurteçîrokan û sêzde pirtûkên bîranînan in ku di nêvbera 1910 û 1923yê de ji 27 saliya xwe heta 40 saliya xwe nivîsandine. kafka sala 1924ê mir. wî gelek caran berhemên xwe yên wêjeyî di defterên bîranînan de qeyd dikir. defterên wî pir ecêb bûn, bi hemî hest, nêrîn û ramanên wî neqişandî bûn. nameyên ku wî ji hevalên xwe û xuşka xwe re rêkirîbûn jî wekî pirtûk belav bûn. pêncî salan piştî mirina franz kafka hê jî berhemên wî yên nû derdiketin.



romana wî ''doz'' sala 1925ê, piştî mirina wî derket. wê romanê pir deng veda û gelek nîqaş li ser çêbûn. di ''dozê'' de josef şexsê bingehî ye. sibehekê ew ji xewê radibe û polîs wî digirin bêyî ku bizane ka çi kiriye an jî bi çi tê tawanbar kirin. dadgeha di romanê de rêyên wê teng in, tunelên tarî lê hene, gelek gel lê tên û diçin, bi zehmetî mirov riya xwe tê de nas dike. josef li dadgehê disekine û nizane dê çi bibêje û çawa xwe biparêze. dikeve rewşeke wisa ku ji xwe dikeve şikê, gelo ev çi dadgeha xerîb e û çima li wê derê ye? gelo dê çawa xwe ji tawanbariyê rizgar bike. doz bi awayekî pir xerîb dewam dike û di dawiyê wê de josef hukmê îdamê lê tê birîn. felsefeya kafka bi êş e lê êşeke wekî zengilê xeterê ye ku mirovan agahdar dike, û romana kafka ''doz'' bi dijwarî bîrokrasiyê û civata ku ji prensîbên giyanî û normên mirovî dûr dikeve şermezar dike. berhemên kafka ne tenê bala nivîskar û rexnegirên wêjeyê kişand. felsefeya kafka ew bû ku êş mirovan hişyar dike. kafka dibêje divê mirov pirtûkên wisa bixwînin ku pê biêşin. divê pirtûk wisa bin ku xwendina wan wekî lêdanekê be, wekî derbeyeka ku li serê mirovî dikeve be da mirov pê hişyar bibe. pirtûk divê wekî tevşoyekî bin da deryayên qeşayê di canê mirovî de biherifînin.



yek ji taybetmendiyên kafka ew bû ku ji bingeheke rewşenbîrî û piralî dinivîsand, ji bilî wêjeyê wî gelekî felsefe û pirtûkên olî jî xwendibû, cîhana wî ya vîrtuel zêde fireh û dewlemend bû. ew dikare mirovan bibe dinyayên guhertî wekî ku mirov çûbe gerstêrkeke dî. behsa bûyerên xeyalî dike wekî ku ew bûyer tiştên xwezayî bin û di rastiyê de çêbibûn. dikare hisên mirovan dagîr bike û bihêle ku xwendevan di eynî wêneyî de gelek hestên jihevcuda bijî. di wêneyên wî de şînî û êş cihekî mezin digirin.



di nêva êşê de giyanekî kafka yê pir tenik jî hebû. nameyên ku kafka ji xuşka xwe re an jî ji hevala xwe re nivîsandine giyana wî û dilgermiya wî diyar dikin. milena jesenská hevala herî nêzîk ya kafka bû û wê pir kafka fêm dikir. kafka hemî hest û ramanên xwe jê re digot. franz kafka di nameyekê de dilê xwe wiha ji milena jesenskáyê re vedike:



''di rojeke pehîzê de dema ku ba honik dibe ez dê laşê xwe ya sist li paş bispêrim cihekî û despê bikim vexwim, nameyan vexwim. bayê êvarî yê sar li min bide û perdeyên spî li ber bayê bilerizin, hemî tiştên li dora min ji cihê xwe rabin û di valahiya odeyê de bifirin û ez vexwarina xwe berdewam bikim heta şev tarî bibe. paşê jinekê bi bîra xwe bînim, jinên narîn ku bi tiliyên xwe yên nazik pênûsê hildigirin û dinivîsînin min sermest dikin. carekê min jineke wisa dît, jineke kej bû, min ew di pencereyekê de dît, pencereyek spî bû û hinek qeraxên wê neqişandî bûn. diyar bû ku ew li ber maseyekê rûniştî bû û perwazeke wêneyan li himberî xwe danîbû, dibe ku ew wêneyê hezkiriyê wê bû. wê jinê berê xwe dabû kaxezên xwe û dinivîsand, min nekarî wê ji bîr bikim. dengê kaxezan di nêv tiliyên wê de weke muzîkê pir şêrin bû, wekî melodiyeke dilovan bû. dengên wisa xweş di şevreşkeke dirêj de ji mirovî re dikarin bibin hêlînek ku mirov bê tirs tê de binive.''



franz kafka dinyayekê ku mirov divê gelekî lê bigere da nas bike. ew dibêje di hundirê her mirovekî de odeyekê girtî heye.



19.03.2015 20:52 | remlavêj