Tirşik - Profîl
tirşik-profîla remlavêj

profîla "remlavêj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deja vu] de;

10. peyva “déjà vu” bi frensî ye û tê wateya “jiyana dubarekirî.” car caran hin tişt diqewimin û tên serê mirovan, an jî mirov di rewşekê de derbas dibe û mirov pê dihese ku ev tişt berê jî hatibû serê min. ev tişt, gelek caran, tê serê her kesî. ev hîs nayê fêm kirin û bi awayekî nepenî, mirov matmayî dihêle û ditîrsînê. gelek kes vê hisê wek derûniyeke sehî dibîne û gelek kes jî, vê hisê wek bîranîneke ku ji nişka ve, ji jiyana me ya ewil dibîne. her çiqas lêkolîner hewl didin ku vê hisê ango “dêjavûyê” rave bikin jî, ev hîsa ecêb hêj jî weke tiştekî

veşartî û raz xuya dike.



19.03.2015 18:49 | remlavêj