Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrejên rojê

profîla "tîrejên rojê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çîroka pepûk] de;

1. Gava ez piçûkbum diya min ji minra wî çirokî carna dikot.

Hebu tunebu tiştek ji Xwedé meztir tunebu. Meziné faşîstan ( :D ) kuçik bun li ber dere mebun.

kes nizane li ku derê

xwişk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî

dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin,

dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan

keseke pir dilxirç û dilreş bûye. Ji zarokan heznekiriye.

Xwestiye serê zarokan wenda bike.



Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike,

dide pişta kurik û wan dişîne kerengan.

Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr

tijî dikin. Keçik tûr dide pişta birayê xwe.

Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev

dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin,

keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane.

Ew ji birayê xwe re dibêje:

- Te hemû kereng xwarine, di tûr de

hebek nehiştiye. Wê dêmariya me me

bikuje.

Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje:

- Na min kereng nexwarine!

Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê

kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire.

Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paşê birayê xwe dike mezel.

Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî.

Dibêje:

- Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt,

min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim?

Ez bi ku ve biçim?

Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê

rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik.

Navê wê jî dike pepûk.

Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî

û dibêje:

- Pepûk! Kê kuşt, min kuşt, kê şûşt min şûşt. Pû pû pû pû pepûk pepûk!

Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin:

Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...

Çavkanî: Diya min û Wîkîpedîya



02.04.2015 23:48 | tîrejên rojê