Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijara sereke ya kurdînûsan] de;

3. pirsgirêka ku (bnr: tirşiknûs) an qet eleqedar nake. ji ber ku tirşiknûs derheqê hemû mijaran de sihbetan vedikin. û tirşik tirşikeke ne tîr e, tê de her tişt heye hey maşile ji Xwedê re *



19.04.2015 14:06 | hêja hûner

1. di twitterê de, di kujiyên malper û rojnameyan de kurdînûs %99 bi tenê li ser mijarekî dinivîsînin. Ew mijar jî "giringiya zimên" e.



dema ez rasta heman mijara wan têm kenek bi aciz dikeve rûyê min: gidî ma ne we ji xwe mijara zimên di kesayeta xwe de çareser kiriye û kesên bikarin we bixwînin û fêm bikin jî ev mesele çareser kirine. ma tu mijar din tune her û her hûn behsa giringiya zimên dikin.



êdî bes bavê min, em zanin hûn dizanin bi kurdî binivîsînin û bixwînin. piçek jî çavên xwe vekin behsa mijarên din bikin. bi kurdî binivîsin lê tim û tim û tim behsa kurdî nekin.



ha temam roja ku di "Cejna Zimanê Kurdî" "Roja Zimanê Zikmakî" filan bêvan de hûn binivîsînin em ê normal bibînin.. lê hew..





19.04.2015 13:57 | hêja hûner