Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ozjan xwenas

profîla "ozjan xwenas"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîstikên zarokan] de;

21. di zarokatiyê de lîstikên dihat lîstin; Sê kevir, dello, kortik, 7 qûç, çirr, qayîş veşartin, sobe an jî veşartok, lehpê qoqo, istop, 9 mehî, kuç şikandin, xirç, xar û mazî, taso, gulaş, darqîtik, simîîît, tirkim û hîn lîstikên bênav û hwd.



25.04.2020 18:08 | ozjan xwenas

20. Tirkim hebû; me xelekek xêz dikir, yek diketê û ji xelekê li ser ningek tirkim digot û derdiket, dida dû me. Dema herdu ningê wî jî li erdê biketa me têra xwe lê dixist ku heta bigêhêje xelekê.

Simît jî wilo bû; ji xelekê derdiket bi gotina simîîîîîîîîîît û dida dû me, destê xwe bi yekî bida me li wî yekî dixist, lê dengê simîîîît biçikiya me vî dorê jî li xwediyê dengê simîîîîtê dixist. Lîstikên me bi piranî tûndî û li ser lêxistinê bû.



25.04.2020 13:40 ~14:08 | ozjan xwenas