Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [welatperestî] de;

2. helbesteke cegerxwîn e.

temo nasir bedirxan hetta tu bêjî
xweş şirove kiriye.





Payebilindî
Welatperestî
Çekên qelsan e:
Jarî û mestî

Zana û jîr im
Bindestê dijmin
Çiqas dijwar e
Ewreng bindestî

Destan vemalin
Dakevin meydan
Eger dixwazin
Bigrin serbestî

Ey gernasên kurd
Rabin weke şêr
Ji xwe bawêjin:
Xwarî û sistî!

Xebat ji bo me
Divêt bi xurtî
Dilpak û zana
Gelek bi ristî

Welat xwe bûk e
Xwîna me qelen
Naxî ber sîngê
Bûkê nexwestî

Metirse ko kurd
Pir paş de maye
Kesî nedî goşt
Bê çerm û hestî

Qûnax bi qûnax
Diçî ser çiyê
Rast e di vê rê
Gelek diwestî

Welat ta kengî
Wilo parçe bî
Em tev di nav de
Jar û şikestî

Cigerxwîn îro
Gel pir şiyar e
Bes e metirse
Kêr gîha hestî!



22.04.2020 16:32 | bûtîmar