Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çiyayê sîpanê] de;

3. Du roj ewil min dîna xwe day ku berfa ser kêm bûye. Ji ber ku ewrên baranê li ser Sîpanê de şilî dibarandin.

lê îro dîsa li ser çiyayê Sîpanê berf barî.
Vê êvarê ez kar derketim hewa zehv sar bû û min wî alîyê nihêrî lî ser çiyayê eledaxê (piçek) vî alîyî jî li ser Sîpanê berf barî bû.



23.06.2017 01:51 | bûtîmar

2. bilindahîya wê 4058 mêtre ye. di nav çîyayên kurdîstanê da sîpan, dilê min de cîhêkî zehv taybet digre. ez dikarim bêjim hema hema zehfayîya emrê min bi şahîdtîya çîyayê sîpan ve derbas bûye.

bi vê sedemê sondeke min heye : ''aha sîpan şahidê min e ...''



ew çîyayekî zehv bi heybet e.

alîyê wanê da li ser behra wanê bilind dibe meriv qey dibêje çîya nav gola wanê da bilind buye.

li alîyê panos û milazgirê da jî li ser deyşta milazgirê bi heybetîkî xwe dixemilîne.

li elcewazê, tetwanê, xelatê, qopê, erdîşê, arnêsê.. her navçeyekî xemla xwe di nav bedewîyekî de nîşan dide.

evîna sîyabend û xecê xwe da dihewîne.

li ser jora wê goleke volkanÎk heye. sandoqek jî heye, di hindirê sandoqê da jî defterek heye.

wanê ku hilpaz dibin ser tepa sîpan di vê defterê da navê xwe falan dinîvîsin.

ew çend sale ez jî dixazim hilpaz bim hema kesekî ku min re hevaltîyê bike heta niha derneket :(



havînê bi îzna qereqola elcewazê meriv dikare hilpaz pe.

turîst hay lo lo jî avusturîa tên çîyayê sÎpan hilpaz dibin.



ez jê ra dibêjim buka gelê min e. weey wey min niha zehv bîrê kir.



01.04.2016 11:53 ~12:06 | bûtîmar