Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêmenî] de;

2. bîranîneke min hate bîra min:



pênc sal ewil bû, pêşiya mala me meydana heywanan heye, rojekî meydanê şer derket, hev dane ber gullebarabnan.

ezê jî biçûyama dersxaneyê, jinika cînara me jî derketibû devê rê û hinek qerebalixî jî çê bibû.



mêrikekî gote ipeka cînara me go ''xuşkê, vira çi bûye?''

îpekê laçika xwe li ber lêva xwe şiqitand got ''abê bê menî gulle berdane hevdû''

ez di cîh da kenîyam *



min go ''gelo bê menîbûna vê gotinê jî heye''



edit: belkî ji we ra komîk nehatibe lê kîngê yek li ba min vê gotinê dibêje ez bêhemdê xwe dikenim



05.09.2016 00:50 | bûtîmar

1. alîyê serhedê nava gel da ev peyva gellek gellek tê bi kar anîn.

zêdetir jî jîn bi kar tînin..



(bnr: ku bimenî be nebêje û ku bêmenî be tu çima dibêjî ''bê menî'' xatî?) *



05.09.2016 00:40 | bûtîmar