Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de dîyarîkirina pirtûkan] de;

11. ez dixazim diyariya min gumgumok re here. Lê dikim nakim qebûl nake yaw.
cara din min bêxeber peyama 96000mîn jê satndibû. Lewma ez dixazim ev diyarî ji wî re here.
Lê xwe daye erdê dibêje na. Kuro ezê şahê meran bişînime li ser serê te haa! *
hêrsa min neyne.



19.01.2017 22:17 | bûtîmar

8. diyariya min gihişte destê min *
ez pir kêfxweş bûm...
xwedê (bnr: berxweda) razî be. Camêrî bo ku pirtûk bigihe destê min pir têkildar bû.

min pirtûka mehmed uzun a hawara dîcleyê jê xwestibû..

ew şeva ku pirtûk kete destê min, (çar şev ewil) şeveke bi berf û tarî bû. ceyran çûbûn. ez hatime malê û min bi kelecan diyariya xwe vekir...

.....li vir bîranînek hebû. Hate jêbirin...



27.12.2016 23:00 ~2016.12.28 17:34 | bûtîmar

6. Law gumgumok! ez ji te re çi bêjim. Ev çi bela bû min li xwe da..
eva cara duyem e ez vê peyamê dinivîsim. min peyameke zehv dirêj nivîsîbû tiliya min xelet lêket hate paqijkirin. Ezê di serî de dîsa binvîsim:

ev çar pênc roj e pirtûka min hatiye erdîşê sekinîye.
berxwedayê camêr xwedê jê razî be, kargoya min li amedê bi rê kir..
(bnr: yurtiçi kargo) li patnosê tineye lewma kargo hatiye erdîşê sekinîye.
sê çar roj ewil ji min re peyamek hat "kargoya we yê van rojan de derê belavkirinê..."
ez jî şa bûm...min go qey wê bigihe destê min..

roja ewilîn zehv berf barîbû û rê û dirb hatibûne girtin.. hê jî cemed û seqem e.. navbera patnos û erdîşê jî 40 km felan e..
werhasil min li ser înternetê rewşa kargoya xwe şopand. çar-pênc cara kargo derketiye belavkirinê lê dîsa vegeriyaye cîhê kargoyê..

min qe nebe bîst caran li wan re telefon vekir lê her carê aliyê walî yê telefonê de ti kes derneket û agahiyek nedane min.

di dawiyê de rewşa kargoyê ya înternetê de îro wisa dinivîse : ji ber nedîtina navnîşanê kargo nehate teslîm kirin

ezê sibê çareseriyekî lê bigerim ka ça dibe..

û ew şeva reş û tarî ya ku çûk û mirîşk, zarok û marok di xew de bûn, (qewlê ahmed arîf va: "bes ez ranezam çend bihar leylîm") ti haja min pê tinnebû ku ezê peyama bêdestûpê/96000 binivîsînim..
û ew şev kirre kirra te bû erê..
binhêrin: gumgumok/96003 ...
Law ew şev Bila li ser min da şerjê bûya bila min ew peyama 96000emîn nenivîsanda.

paşê sibetirê min dît ku berxweda dibêje hozan serhad diyarî heq kiriye û peyamek ji min re şandibû gotibû "...bi xêr be, pirtûka ku tu dixwazî bêje..."

lê min nedizanibû ku wê şeva reş û tarî de, ah û wah ên marok û gumgumokan wê di vê pirtûkê de hebe..

min jî digo yaw ev kargo çima nagihe destê min..
ku kargoya min bigihîje destê min, ezê ji te re pirtukekî diyarî bikim soz... *
zêde li ber xwe nekeve dixtor *



23.12.2016 00:02 ~00:31 | bûtîmar