Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên bajarên kurdan] de;

11. (bnr: medeniyet).



01.08.2018 13:09 | bûtîmar

2. (bnr: xizmet) tine ye.
Di saziyên fermî û yên şexsî da kêmasiyên xîzmetê zehv in.
nexaşxane, postaxane, dibistan (erê we rast xand. Hê jî li gundan meytev tine ne) tine ne.
Navçeya ku ez niha lê dijîm, nifûsa wê gunda va 140 hezar e lê nexaşxanê da cîhaza mr yê bile tineye. Cîhaza çi doktor bile tineye. Wê rojê pê min welgerîya, gotine min da here Wanê. fersenda min çênebû ku ez herim. Hê jî pê min diêşe. Lê ku bajarekî Tirka bûya niha zûda milet çalakiyek çêkiribûn û dengê xwe gihandibûn berpirsyaran.


Şeredarî rê û dirban çênake, paqij nake, li ser da hê jî hirdişîne. (Şeredariya navçeya me AKP ye. Pêşîya AKPê HDP bû ew jî nedixevitî. Xevata şeredariyê partîyan va jî girêdayî nîn e demek).

(bnr: kar)
kar tuneye. Waxta ku dibe eyd, nava çarsîyê tijî ciwan dibin. Ji ber ku ciwanên me gelekî wana yan derva dixûnin, yan jî diçine Xebate.
Ya ku heyfa min pê tê jî ew e ku ciwanên me belengazê aqilê xwe ne. Hezar salî jî xelqê ra bixevitin, fem nakin ji xwe re karekî mayînde û baş û kêrhatî çêkin.
...



24.06.2017 14:19 | bûtîmar