Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [min dî ji xeflet cam di kef] de;

1. Helbesteke melayê cizîrî a ku ruh ji merivan distîne ye.

Melayê Cizîrî - Min Dî Ji Xeflet Cam Di Kef

Min dî ji xef -let cam di kef şahê Necef dil kir hedef
Roj hat şeref stêr bûne xef herçar teref nûra yeqeq

Zulmet nema suhbet we ma nûra şema -lan çû sema
Lê ew dema zulf bûn cema hatin sema -yê yek neseq

Werdan gulav girtin xwinav lê min di tav sohtin hinav
Min dî bi çav zulfên bilav lê bûne dav bend kir bi nav

Nûra beşer guft û xeber qend û şeker zulfan ji ser
Xalên di qer bavê seher da bête der şubha bi heq

Mi ji bihriyan pir naliyan şev tariyan ceng bû meyan
Wer kuştiyan ji wan yengiyan bi wan tiliyan xweş ke giyan

Kir şefqe mîr anîme bîr berdan mi tîr kirme esîr
Neg’ha feqîr zulfa herîr avêhte şîr da pê meheq

Ê muşterî dêmê zerî nebir serî ney can berî
Avêt serî gava berî lazim herî wê ev perî

Kelbê di rê nîşan berê tîrawirê mijgînperê
Behr û berê 'işq û surê avêhte rê ser ma qeleq

Min dî di new -bê yarê tew sundus e ew bêm bêderew
Min bû di qew -sê boyî ew şêvan mi lew nayême xew

Hêstir rewan tên wek coyan tîr dan ewan reşebriwan
Dil wek goyan ber kaşowan ser lu'lu'an bergên wereq

Bejna şepal dêmê bixal i'rab û dal qewsê hilal
Neqşê celal cama zelal xemra helal suhbet bi hal

Ez telbeya ava heya tê bûn teya ki j’badeya
Cama xwiya bo 'işweya yar lew peya -pey tên sebeq

Canê Melê ji qal û belê bend im welê der kagulê
Belgên gulê rû heykelê ew miske lê carek hilê

Perde û sutûr da bêquşûr bêtin zuhûr dêmê bi nûr
Nûra xefûr xalên di hûr cama tehûr le'lên şefeq

Yar hat û mest şubha elest min dest bi dest dî cam di dest
Kagul dibest tayek verest vê ra şikest nîşan e qest

Ew lebşeker wa hate der rabû ji ber tayên di ber
Xalên di qer zulf çûne ser eslan seher lê bûn fereq



09.05.2018 02:39 | bûtîmar