Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez û yar] de;

1. navê albûm a (bnr: hozan dilgeş) a ku sala 2001an de derxistiye ye.
herwiha navê straneke di albûmê de ye jî..





gotinên stranê, helbesta cegerxwîn e.

Çavbelek a min tû yî
Porxelek a min tû yî
Sormelek a min tû yî
Jar û perişan im ez

Sorperî ya min tû yî
Hem esmer a min tû yî
Şeng û şox a min tû yî
Jar û perişan im ez

Bejin delalê tû yî
Pergel û rindê tû yî
Wek mûm û findê tû yî
Lê dil bi kovan im ez

Rûgewr û şêrin tû yî
Stêr û perwîn tû yî
Şêrîn û hem Zîn tû yî
Memê di zîndanim ez



19.08.2018 12:26 ~12:34 | bûtîmar