Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rojên berê yên ku mirov her tim li bêriyê dike] de;

1. Bêguman di jiyana her kesî da ev tişta heye..
bawerim di xwezaya mirov de heye ev tişt..
bêrîkirina bîranînên berê..
carinan difikirim, dibêjim dêmek kî jiyan ber bi xweşiyê va naçe lewma meriv her tim bêriya berê dike..
lê em piçûk bûn me hema wisa dixast ku em ji nişkê va mezin bin bibin sîh salî.. em mezin bûn vê carê jî me bêriya zaroktiyê kir..

... sala 2015 an pirtir xweş bû, bêriyê dikim...
lê evî jî zanim ku ez ê pênc şeş salên din paşê jî bêjim sala 2019 an xweş bû.
nabêjim 2020 ji ber ku sala 2020an hê xilaz nebûye.
Dibe ku neqede jî... ka em ê binihêrin meha Nîsanê wê çend sal bikşîne...



03.04.2020 18:12 | bûtîmar