Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fatma savci] de;

14. helbestvana
delal,
bedew,
kubar,
Jêhatî,
dil tenik.. çiqas wesfê wê bidim kêm e..

helbestên wê ewqas Kurmancî, ewqas herikbar; wek Dîcle, Mûnzûr, Firat.. ewqas ji dil; wek dilê zarokan.. wisa serhildêr; mîna jinxas û mêrxasên serhildana Agirî.. wisa kurdî, wisa Kurdîstanî...

her peyveke wê, gîhayekî zevîyên Kurdistanê, çîçekeke çiyayên Bagokê, cewkanîyeke aveke Dêrsimê dihewîne...

eva çendeke ez li ser helbestên wê dixebitîm, çend caran jî îlham da min.

hine êvaran ez xwe davêjime ber bextê helbestên wê..



06.01.2018 09:40 ~09:48 | bûtîmar