Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bûtîmar

profîla "bûtîmar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [merivên reben] de;

1. romaneke dostoyevskî ye.
zû da ne ji aliyê hesenê metê va ji bo kurmancî hatiye wergerandinê.
min şeş meh ewil ji danegeha tirşikê daxistibû û carinan min vedikir çavê xu lê digerand.
tam idî min ê wek pdf derxista bianiya, min rojekî dêna xu day, di înstagramê da weşanên avestayê parve kiriye, dibêje em ê wê romanê çap kin.
ez zehv şa bûm.
Eva du hefte bûn ez li bendê bûm.
howa îro ji weşanên avestayê çap bûye *
ez ê jî bixazim bixûnim.
min dil heye ez mirovên reben bi kurdî bixûnim paşê jî yer altından notlar a dosto (bi tirkî) bixûnim. ka çi qa yê tehmeke ça bide...

lê ji bo wergera merivên reben endîşeyeke min heye. min xandibû ku hesenê metê dema wergerandîye, dupayî ji ya tirkî nihêriye wisa wergerandiye.. ku wisa be du caran tehma orjînal inda dibe.

nizanim çima kurdên Rusyayê pirtûkên Rûsî ji bo kurdî wernagerînin....

heke êdî gumana me gulêê be..



07.10.2020 14:07 ~14:09 | bûtîmar