Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mele ehmedê nalbendî

profîla "mele ehmedê nalbendî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zewaca kurd û tirkan] de;

20. bûyera ku nayê wateya spehîtirînbûna jinên tirk e, lê aliyê li xwe nêrîn û xemilandinê ve ji ber ku rewşa aborî ya tirkan ji jinên kurd pêşvetir e hejmara jinên tirk ên şox ji jinên kurd zêdetir e. Ji xwe serjimara kesên dibêjin em tirk in jî zêdetir e.



ji bilindbûna lîbîdoyê re mirov bixwaze nexwaze bandora li xwe nêrîn û xemilandinê bihêz e. Lê her çiqas ji bo seksê ev merc bibandor be jî zewac tiştekî din e. Kesên ku ji çanda te fêm neke, ji tiştên ku tu jê hez dikî hezneke tu nikarî pê re zehf bimînî. Eger hevserê/a tirk xwe hînî kurdî bike, ji çand û muzîka kurdî hez bike dibe ku zewac bi şadî derbas bibe, pêwîst e kurd beriya zewacê pêvajoya hevnasînê de baş bala xwe bidê yê/ya tirk ka dê eleqeya xwe ji çanda kurd tîna an na? Eger eleqeya wê/wî tune be ev bûyer dibe zewacek şaş û maş.







10.04.2015 15:15 ~15:23 | mele ehmedê nalbendî