Tirşik - Profîl
tirşik-profîla darînê daryo

profîla "darînê daryo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirtûkxaneya el-cezerî] de;

7. Ji bilî van çalakiyên ku êdî dixwazin formata wan biguherînin û ji qada helbest, çîrok û romanê derxin da dubarebûn çênebe, û hinekî bêtir giraniyê bidin bîranînan û pêşangehên hunerî, çalakiyeke dî jî kirine ku ew dimîne helwesteke ku misyonapirtûkxaneyê ji nû ve tarîf dike: Hinga ku ê salek di ser avakirina pirtûkxaneyê re derbas bibûya, di 22ê Nîsana 2016an de, ango di 118emîn salvegera rojnameya Kurdistan de, bi 17 xwendavanên xwe re şitlên daran ji şaredariyê werdigirin û li ciyê ku Şêx Evdirrehîmê birayê Şêx Seîd hatiye kuştin wan diçînin. Navê Mîqdad Mîthad Bedirxan, avakerê rojnameya Kurdistan, li vê daristanê dikin.



10.02.2017 23:26 | darînê daryo

6. Çalakî

Dîwarên pirtûkxanê pêşî bi helbest, bend û parçeyên dîtir ên ku ji pirtûkan werdigirtin tên xemilandin, lê paşê dibînin ku ev jî têrê nake. Hingê bîr dibin ku gazî nivîskaran bi xwe bikin—lê tenê nivîskarên kurdînûs, tevî ku ên tirkînûs jî xwestine werin dawetkirin ji xeta xwe nehatine xwar. Heta niha Kawa Nemir, Yıldız Çakar, Rênas Jiyan, Berken Bereh, Sîdar Jîr û Selîm Temo hatine wan “rojbuhêrk û şevbuhêrk”ên ku li pirtûkxanê li dar xistine.



10.02.2017 23:25 | darînê daryo

5. pirtûk

li pirtûkxaneya ku a niha bi rêvebiriya çar kesan karê xwe didomîne 9.000 pirtûkên bi tirkî û dora 900 pirtûkên bi kurdî hene (kovar û hin pirtûkên zarokan ên netomarkirî jî ne tê de). pirtûkên kurdî, refên wan li gor binemaya ziman ji ên dî hatine veqetandin lê sernavê her beşê, li hola mezin a pirtûkxanê, bi kurdî liser refan hatiye xistin. ji qertên endamtiyê bigirin heta bi deriyê daşira wan a gelekî paqij ku mirov sola xwe derdixe û bi şimikekê dikeve hundirê wê serdestiya nivîsên kurdî li her derê heye. lê hakan bi dilekî şikestî diyar dike ku alozî û teşqeleyên dawî fikar bi wan re jî çêkirine lewma vê dawiyê jêrnivîsên tirkî jî li bin navên refan xistine.



10.02.2017 23:24 | darînê daryo

4. taybetmendiya pirtûkxanê ya pêşî li ber çavê mirov dikeve ew e ku pirtûkxane bi destpêşxeriyeke sivîl, takekesî û serbixwe a çend xortan hatiye damezirandin. jibo dabînkirina pêdawîstiyên wê di serî de ji hin camêran alîkarî girtine û wekî dî ji şaredariyê heta bi qeymeqamtiyê li deriyê her kesî xistine bo ku piştgiriya pirtûkxanê bê kirin. saziyên dawî ên binavkirî pî nedaye ber wan, lê herçiqas alîkariyek ji wir wernegirtibin jî karibûne xwe bigihînin çavkaniya herî girîng a ku



10.02.2017 23:17 | darînê daryo

3. Lê ger Evdila keskîn û lal laleş ji me re bişînin wê bigihîjin 2 hezarî



11.12.2016 08:13 | darînê daryo

2. Niha pirtûkên me yên kurdî gihaştine 758 pirtûkan. *)



11.12.2016 08:12 | darînê daryo