Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêvî

profîla "hêvî "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kerîm lawo çeqilmast] de;

5. Straneke kevn a gelérî ye. Bi qasî dizanim cara ewwil ji hêla folklornasê alman hugo makas ve li mêrdîn tê berhev kirin. Gelek waryantê wê hene. Ji hêla gelek hunermendan ve hatiye xwendin. Waryanteke wê di pirtûka cegerxwîn a folklora kurdî de jî heye. Li ser vê stranê cegerxwîn dibêje ev stran a herêma omerya ye. Herwiha lêkolîner şerefxan cizîrî jî di pirtûka xwe ya omeriya mîrsom de cih dide du waryantên wê û ew jî wê wek straneke omeriya qeyd dike. Di waryantên şerefxan û ya cegerxwîn de gelek navên gundên omeriya derbas dibin ku ev qenaeta mirov a li ser aidbuna wê a omeriya xurt dike. Bes biqasî tê bîra min e waryanta makas de li gel ku makas dibêje min ew li mérdînê berhev kiriye him navê herêma wê nade him jî di waryanta wî de navèn gund û hin mekanên omeriya derbas nabe. Lê ev jî heye, makas pirraniya metnên xwe li torê en jî li midyad û derdora wê berhev kiriye ku ev herêmana jî cîranê herêma omeriya ye. Weki din navê waryanta vê strané a populer jî xurfanî ye. Rojda û kawa jî vê stranê bi vî navî xwendiye. Herwiha xurfanî li herêma omeriya û dibe ji herêmên din navê govendekê ye jî.



06.08.2017 12:11 | hêvî