Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêvî

profîla "hêvî "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xeyda] de;

11. Heyra eyb e ji we re, meselê manîpule nekin. Kesî dil nedaye kesî. Ez neketime radara ti kesî. Gotinek heye, dibê "quna xwe ji derpê dernexe"

Tika dikim, quna xwe ji derpê dernexin.
Please.



11.04.2020 17:41 | hêvî

7. xeyda.
demeke peyamên vê xanimê bala min dikişandin axir gava din htim vira û min hemû peyamê wê yek bi yek xwend. xanimeke zîrek, jêhatî û kubar e. peyam wisa dibêjin. baweri im emrê wê di biniya 30 î re ye belê dema merî bala xwe dide peyamên wê merî dibê qey jineke navsere ye. wisa zanepeyv û kemlan e bi gotina diya min. keseke neteweperwer, kurdistanî û elîtîst e ku eve baş e. bila berdewam be. awayê rexnekirina wê kêrhatî ye, bêyî heqaret û manîpulekirinê mebesta xwe bi zimanekî zelal pêşkêş dike. memûr e, li mêrdîn dixebite û sa texmîn dikim ku ji bajar/navçeyeke herêma serhedê ye. ji rûniştina li malê hez dike ku ez jî wisa me û her wekî wê nivîsî ev yek mirovan gelekî şaş û metel dihêlin.
şabaş ji wê hebûna gewrik re.

*demeke dirêj bû min li tirşikê nedinivîsî, belê min her û her taqîb dikir. gava din dema min biryar da li ser xeyda yê binivsînim, bêhemdî, qey bo ku xelk nebêjitin hate peyamek nivîsî û çû. rûniştim û min hindek peyamok nivîsîn, da dilê xwe jî rehet bikim.



11.04.2020 03:35 | hêvî