Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêvî

profîla "hêvî "


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [macin] de;

5. Hinek tiştên din jî heye ku mirov dikare ji wan, Macinî baştir binase.
1. Di dîwana Bateyî de texmîsek heye ku li ser xezeleka Macinî hatiye kirin. Macin di wê helbestê de xwe wekî endelîbê xoşebê biwesf dike ne şaş bim. Ev di heman demê de pesn e jî ku li kelepora helbesta klasîk vê yekê ji her şairî dixwest.
2. Miradxanê Bazidî di helbestek xwe ya ku ji teref Tehsîn Îbrahîm Doskî ve di kovara Nûbiharê çap kiribû, çêl Macinî dike û mealen dibêje ancax ew dikare vê muemmayê çareser bike.
Li gor van tiştan mirov dişêy angaşt bike ku bBateyî di bin tesîra wî de maye lew nivîsandina texmîsê li ser xezela şairên baş yên ku tesîrê li ser mirovî/şairî dikin tên nivîsîn. Her dem wisa bûye. Bo nimune Mihemed Teyar Paşa ji ber ku jê hez kiriye û di bin tesîra wî de maye çend texmîs li ser helbestên Cizîrî nivîsiye. Girêdayî vê yekê em dişên bibêjin Macin beriya Bateyî jiyaye an jî bi kêmanî hevçaxê wî bûye ku Abdurrahman Adak û Xalid Sadinî sedsala ku Bateyî tê de jiyaye weke sedsala 18em diyar dikin. Her weha keşkula ku E. Yusivî dîtiye jî her di heman sedsalê de hatiye nivîsîn.
Miradxan Bazidî jî di vê sedsalê de jiyaye û Miradxan, wî weke kesekî ku dişêy muemmayan hel bike nîşan dide. Macin di nav ehlê edîbên wê serdemê de navdar û xwedî cihekî taybet bûye. Vêca me hêvî heye ku rojekê dîwana wî were dîtin.
Nîşe: mesela endelîbê xoşebê jî têra xwe balkêş e. Endelîb di wateya bilbil de ye. Gelo Macin bo çi wiha gotiye? Dibe şairê mîrektiya Mehmudiyan be ku navenda wê xoşeb bû. An jî dibe ku wê serdemê xoşeb bi endelîbên xwe li herêmê navdar bû. Li gor min îhtîlama ewil xurttir dixuyê.



13.12.2020 00:49 ~01:02 | hêvî