Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bêhna_piştî_baranê

profîla "bêhna_piştî_baranê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [21. pêşbirka çîrok û helbestan a huseyîn çelebî] de;

2. Xwediyên xelatên 21’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, bi merasîmeke li bajarê Kolnê Almanyayê xelatên xwe wergirtin. Xelatên îsal jî bi gelemperî ji bo berhemên ji dîlên azadiyê hatibûn re hatin dayîn

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê lidarxistin, organîzasyona herî demdirêj a wêjeyî ya kurdan e ku ev 21 sal in tê lidarxistin. Pêşbirka ku her sal li bajarên cuda yên Almanyayê tê lidarxistin, îsal li Stadt Halle ya bajarê Kolnê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û têkoşerên di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan, pêk hat.

Ligel bi sedan xwendekaran gelek nivîskar, siyasetmedar û helbestvan amade bûn. Li salona pêşbirkê wêneyên Huseyîn Çelebî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatin daliqandin.



460 BERHEM HATIN NIRXANDIN

Îsal 360 kes bi 460 berheman beşdar bûn û 18 kes hêjayî xelatê hatin dîtin. Ji van xelatan 3 jê ji Ewropayê yên din jî çûn Kurdistan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan. Ji ber ku piraniya xwediyên xelatan girtî ne, xelatên wan ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin.

Beriya xelatdayînê sînevîzyonek li ser jiyana Huseyîn Çelebî hat nîşandan û kesayeta wî ya têkoşer hat destnîşankirin. Li ser navê YXK’ê Zozan Erdal axaftinek kir û destnîşan kir ku divê ciwanên kurd lehengên mîna Mazlûm Dogan, Huseyîn Çelebî û Engîn Sîncer ji xwe re mînak bigirin û bi nêrîna van pêşengan têbikoşin.



LI ÇIYA KURDÎ HÎN BÛ

Bavê Huseyîn Çelebî Rifat Çelebî di axaftina xwe ya li vê derê de serbilindahî û kêfxweşiya xwe ya ji ber çalakiyeke bi vî rengî anî ziman û wiha got: “Ez ji Kurdistana nû yanî ji çiyayên Qendîlê têm. Min ji we re silav anî. Min zimanê xwe baş nizanibû. Lê li wê derê hînî kurdî bûm. Hînî zimanê xwe bûm. Li gorî min Kurdistan bihuşta erdnîgariyê ye. Ez ê di demeke nêz de careke din biçim.” Piştî axaftinan, merasîma xelatdayînê pêk hat.



XELATÊN JI BO GIRTÎGEHAN

Xelatên pêşbirkê îsal jî bi gelemperî ji bo berhemên ku ji girtîgehan hatibûn rêkirin, re hatin dayîn. Berhemên ku xelat wergirtin ev in: Di beşa helbesta bi kurmancî de; yekemîn Îrfan Yildiz bi ‘Karagulên Sara’, ya duyemîn Erdogan Uçar bi ‘ Qîrîna Sînorên Qaçax’ -Şakran/Girtîgeha Îzmîrê, sêyemîn A. Latîf Karaaslan bi helbesta xwe ya bi navê ‘Jiyan’ - Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê xelat wergirt.

Di beşa çîroka bi kurmancî de; yekemîn Orhan Aksan bi ‘Di Şeva Qetlê de Evîn’, duyemîn Zeynep Paril ti bi ‘Êşên Dîn’ û ya sêyemîn Îsa Bal bi çîroka xwe ya bi navê ‘Dildariya Pêşwextî’ ji Girtîgeha Wanê wergirt.

Di beşa helbesta bi kirmanckî de; yekemîn Nîzamettîn Ozoglu bi ‘Viyan’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, duyemîn Edîp Dêrsim bi ‘Dewa Ma’ ji Dêrsimê. Di beşa çîroka kirmanckî de; yekemîn Akman Gedik bi ‘To Xarpet Nediyên’, duyemîn Sînan Sutpakbi ‘Dejê Rojda Verêne’ ji Girtîgeha Gurgumê Enwer Yilmaz bi ‘Dema Bêvenge’ ji Amedê (Edîtorê servîsa Gun Radyo TV’ê)

Di beşa helbesta tirkî de jî; yekemîn Mehmet Şîrîn Înverdî bi ‘Trageya(m)’ jî Girtîgeha Eskîşehîrê, duyemîn Meltem Yildirim bi ‘Ellerîmîn Çalinti Çagi’ ji Girtîgeha Bakirkoyê, sêyemîn Reşît Ballikaya bi ‘Lorî’nîn Aynasi’nda’ xelat wergirtin.

Di beşa çîroka bi tirkî de; yekemîn Samî Ozbîl bi ‘Madencî Sokagi’ ji Girtîgeha Kocaeliyê Rojda Alak bi ‘Kumral Saçlarinda Bîr Tutam’ xelatê bi hev re wergirtin. Xelata duyemîn

Yakup Tekîntangaç’ bi ‘Taziye’ û Nîzamettîn Karaaglar bi ‘Yara’ ji Girtîgeha Sêrtê, ya sêyemîn jî Îlhamî Çinar bi ‘Bîr Yuruyuş hîkayesî’ ji Girtîgeha Balikesîrê xelat wergirtin.

Piştî merasîma xelatdayînê Rotînda, Pinar Yildiz, Koma Amargî û komên muzîkê yên Laz û Tamîlê derketin ser dikê. Her wiha lîstikên şano jî hatin lîstin û çalakî heta derengiya şevê dewam kir. KOLN - ANF



13.04.2016 23:20 | bêhna_piştî_baranê