Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xwedaparêz

profîla "xwedaparêz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peyvên ku ji kurdî ketine tirkî] de;

41. ev ên ku di vî rûpelê de hatiye nivîsin, pirraniya van di esle xwe de ji farisî, ji îraniya kevn, ji erebî yan jî ji soğdî hatiye tirkî. qisûrê min mêze nekin tirşikvanno.



mesela;

peyve "rehber" a tirkî ji "rêber" a kurdî nehatiye. ji ber ku "rehber" di farisî de heye û wek peyvekî îslamî hatiye tirkî.



"harap, harabe- xerab, xerabe" daneberhevek xelet e. ji erebi hatiye tirkî, kurdî û farisî.



"birader- bira" daneberhevek xelet e. ji farisî "bêrader"; hatiye tirkî.



"bekar" jî ne rast e. ji erebî "bikr."



"yeni-nû" jî daneberhevek xelet e. ji ber ku peyve "yeni" çend sed sal berê wek "yengi" dihat gotin. û ev herfe "ng" jî harfekî cûda ye; ne "n" ye ne jî "g" ye.



"taze" jî ji farisî hatiye tirkî. ji ber ku bi kurdî "têze" ye.



"abdest" jî ji farisî. ji ber hem bi kurdî "avdest" e hem jî peyvên dînî bi gelemperî ji farisî hatiye tirkî.



"sîyah" jî ji farisî hatiye tirkî.



"düşman-dijmin" ji daneberhevek ne rast e. ji ber "düşman"ê tirkî ji "doşmên"ê farisî hatiye.



"namerd" jî ji farisî ye. ji ber ku bi kurdî "nemêr" e. pêvekê nerêni bi farisî "na" ye, bi kurdî "ne" ye, bi îngîlîzî ji "un" e.



de hade silav...



20.12.2015 15:25 ~15:39 | xwedaparêz