Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de kêmasiya nivîskarên jin] de;

34. Ne ji ber astengan e.
Ji ber ku hezar sal e hobî û xebat û erkên jinan li gor kêfa mêran hatiye hunandin. Tu dikare bêje "ma me destê jinan girtine bila werin li vir bin , bila hînî Kurdî bibin" hwd lê di bingeha ne çalakbûna jinan di warê xwendin û nivîsandin û parvekirina van tiştan de , ji dîrokê ve hepskirina li mitfaxan heye.  Her tişt girêdayî hev e. Jin li gorî mêran kêmtir li Kurdî xwedî derdikevin, bila. Sedema vê jî xwebaweriya wan kêm e, jixwe xwe mecbûr dibînin her tiştê xwe bi civatê bidin qebûl kirin û him ji ber civatê , him jî ber zilma ku li mala xwe dibînin bi awayekî xwe ji vî zimanî dûr dixin. "Yên li derve" her tim ji bo xwe baştir û qenctir dibînin. Gelo sedema vê çiye ? Îja ji ser vana tê rabe Kurdî binivîse, bixwîne û li tirşik netê an li cîhekî din binivîse.  Belkî peyamê de min Mijarê belawela kiriye hê jî dikim * Çimkî Jixwe ji peyama heval.jsshdhd ya digot "jin her tim înstagramê de ne" qeherîbûm çimkî kifş e ji ser vê "analîzê" jinan piçûk dîtiye, nêtek xerab tê de heye.

mijar tunebûna nivîskarên jin li ser tirşikê ye lê wekî jinek ez vê meseleyê bi gelemperî dixwînim. Hetta çi mesele were ber min ez  berê ji ser jinan ,dûre jî li ser Kurdan dixwînim. Wekî din nêrîna min a li vê dinyayê tuneye çimkî. Dembaştir  *



20.09.2021 10:44 | biaqila malê

32. Rewşekî asayî ye. hêjmara jinan li her cîhî li gorî mêran hindik e , hebin jî xwe mîna zilamên ji xwe zêde qayîl bîst û çar seetan dernaxin pêş ji ber ku wisa elimîne, wisa mezinbûne an jî derfet nabînin.
îro kêmasiyek li cem jinan hebe ew jî ji ber hişmendiya bavsalar e, ancax zilamên bê feraset , zilamên oportunîst yên nayê hesabê wan heqî û neheqî ji nav hev derxin wê heddê di xwe de dibînin û jinan bi tiştên wisa tawanbar dikin. Ji destpêkê vê jinan hefsî malan kirin , ji jinan re gotin "divê tu her tim xweşik bi , ji xeynî kinc û kiras û boyaxan derdê te nîne " û îro jî radibin bi tiştên wisa qaşo jinan biçûk dibînin. Ev dişibe têkiliya dagirker û bindestan. Hetta naşibe ew bi xwe ye. Çawa Tirk ji bo Kurdan dibêjin belengaz in nezan in lê sedem ew bi xwe ne ji xeynî xizaniyê tiştek ji me re nehîştine ev jî heman rewş e. Mêran jiyana jinan dagir kirine , dest û nigê jinan girêdane lê îro jî dibêjin çima jin ne li her qadî ne. Hûn meraq nekin ew serdem qediya êdî. Hêdî hêdî be jî em ê li her qadî li pêş bin û tiliya xwe têxin çavên zayendperestan. 



17.09.2021 09:45 ~09:57 | biaqila malê