Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biaqila malê

profîla "biaqila malê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [darbestên rengorengo] de;

2. Yek ji berhemên ahmet güneştekin e li pêşangeha wî ya Bi navê Jûra Bîrê , li Amedê derketiye pêşberî hunerhezên Amedê û kemalîstên ji Stenbolê rabûne hatine Amedê bo Encamên tevgerên xwe bibînin bê ka Kurdê wan ê biaqil û stûnerm çawa zilma wan bi hunera xwe(!) xemilandiye û pûç kiriye. Wexta çav li van berheman ketine bi niç niçekî derewîn li ber wan tabûtan sekinîne û bo hesabên xwe yên înstagramê wêneyên rengo rengo girtine ji bo ku bêjin "binerin me van tabûtan bi laşên kurdan tije kir hetta me nehîşt tabûtekî wan çêbibe lê ew dem êdî çûn qediyan sê çar sal berê em û hişmendiya me , me we nekuşt li kolanan. Hûn di hilbijartinên pêş de alî me bikin em wan ji vir bişînin em ê ji cîhê mayî dewam bikin ".



19.10.2021 13:01 | biaqila malê