Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roza

profîla "roza"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qehwe] de;

4. nizanim çima lê sankî di çanda me de qehwe ew qas zêde nayê vexwarin; ji ber wê heta zanîngehê jî min qet ji qehweyê hez nedikir. pêşî mirov bo xewa mirov neyê vedixwe lê paşê dielime, roj bi roj mirov ji qehweyê hez dike. qehweya tirkan, kurdan û qizwanê filan û bêvan li hêlek, cûreyên wê yên "modern" çawa tên çêkirin hîn bûm, (belê hê nû hîn bûm) û pir kêfa min tîne. :/

bo tevan jî makîneya qehweyê lazim e; ango bo hûrkirina dendikan:

-espresso (ya îtalyanan e û îtalyan pir jê hez dikin): bi olçekek, tenê qehwe, hema di binê fîncana piçûk de qasî du sê firan.
-macchiato: her tiş wek espressoyê, di fîncaneke piçûk de lê hema du sê fir şîr dikeve navê. carna karamel jî li ser wî dikin.
-americano: bi du olçekan qehwe, di fîncana mezin de, av dikeve serê.
-latte: olçekek qehwe, di fîncana mezin de, şîr dikeve serê. carna karamel û vanîlya û filan û bêvan jî dixin navê.
-cappuccino: eyn wek latteyê ye lê kefa şîrê wê divê zêde be.
-mocha: olçekek qehwe, du kevçî çîkolataya toz û şîr dikeve ser, di fîncana mezin de. carna bi çîkolataya spî jî çêdibe, karamel falan jî dikeve navê.

qehweyên wek java, kenya, kolombiya filan û bêvan jî di french pressê de çê dibin. bes qehwe û ava kelandî bir ser de dikin.



08.05.2019 17:04 | roza