Tirşik - Profîl
tirşik-profîla apê mihyedîn

profîla "apê mihyedîn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî-der izmir] de;

4. Min li Îzmîrê 5 sal zanîngehê xwend, di navbera 2010-2015an de. Ez çend car çûm kurdî-derê. Her caran jî poşman bûm. Ez ji vana yekî ji we re bibêjim. Rojek ez û hevalekî xwe em çûn Kurdî-derê. Serokê kurdî-derê gellek qurre û pozbilind bû. Hevalê min çend tiştan jê pirsî heftê çend caran qurs heye, mamosteyên we çawa ne, sertfîka didin yan na û hrwd. Merik rabû pêdarê û xeber da ji heval û got: " Hûn çawa difikirin, em çima sertfîka bidin? Em sertfîka bidin we hûn jî herin TRT 6ê(anha TRT Kurdî ye navê wê)? Hûn herin û li dijî me biaxivin?"
Em matmayî bûn. Gelo me çi kir, ev dibê çi? Ez û hevalê xwe me li hev nihêri û em derketin. Em carek din jî neçûn.
Birayê min, em hatine ku zimanê xwe fêr bibin, piçekî alîkar be. Em nehatine pevçûnê, em hatine zimanê xwe hîn bibin. Ew çi hal e.
Baş e ez dizanim hemû kedkarîn kurdî-derê ne wisa ne. pirrên wan me bi ser ser û ser çavan webûl dikin, ji me pirr hez dikin.
Yek jî ji wan Helbestvanê kal e. Min kalo li wê naskir, ez qurbana wî kalê xwe me. Helbestên Cegerxwîn jiber kiribû. Wi ji me pirr hez kir. Sohbeta wî xweş bû. Yên Kudî derê hemû wî naz dikin, ji tirşikvanan daxwazek min heye, gelo ku hûn wî nas dikin hûn dikarin silavê min jê re bişînin? Di şûna min da dikarin destê wî maç bikin? Navê min ne muhîm e. Navê xwe bibêjim jî naye bîra wî. Min pirr ji wê hez kir û ji xwe re kal hesiband.



19.06.2018 16:44 | apê mihyedîn