Tirşik - Profîl
tirşik-profîla biviraraskolnikovyatûj

profîla "biviraraskolnikovyatûj"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cegerxwîn] de;

28. Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdana kurd

Wî şikand zencîr

Serê me parast

Ji birîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz

Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên ne xweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kîme ez?



17.05.2016 12:25 | biviraraskolnikovyatûj