Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ronahiya qurana pîroz] de;

4. zimanê qur'an gelek bandorker e birastî. şêwazeke ahengxweş û balkêş lê heye. lê qur'an ne ji bona wê sedeman ev qas bibandor û yekta ye. ji ber ku rastiyê berçav dike û riya rastê bi şêweyeke dipdiyar eşkere dike bi hêz û bandorker e.

gotinan hêza xwe ne ji dilniwaz û xweşikbûna xwe, ji rast bûna xwe û li gorî bûna rastiyê digre.
-seyîd qutub

gotinên ku bergîdana wan nîn in, çi qas wêjeyî û wurşedar jî bin ji demagojiyê vernaçe.
-ebdulla can



01.06.2017 23:51 | rûbar

3. ronahiya qur'an el kerîm bi çi awayî tê xwendin re têkildar e. insan divê bizanê çawa lê bixwînê ku jê sûd bigirê û ronahiya wê çavê yekî geş bikê. qur'an'a pîroz çawa pêwîste çawa werê xwendin û divê çawa neyê xwendin;

gava ku qur'an'ê dixwînî ger dixwazî jê fêm bikî wekî ku ji te re tê dahatîn bixwîne.
-mihemed îqbal

Em qur'an'ê bi xwendineke mekanîk dixwînin. peyv tên li dû hev. newayan awazgehê diguhêrîne. pişt re tu tişt naguhêre.
-hesen el benna



01.06.2017 23:28 | rûbar