Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diyetisyen] de;

1. Di tora medyayeke navdar de kêliyek guhdarî diyetisyenekî kir. Digo bi gelemper du çeşît mirov têne ba me. Grûpek ji bo xwe jar kirinê grûpek jî ji bo qelew bûnê.

Digo, taybetiya piraniya merivên dixwazin xwe jar bikin ev e ku dibêjin ez gelek kêm dixwim lê li me çêdibe. Ez tenê av jî vedixwim qelew dibim.

Taybetiyên koma ku dixwazin qelew bibin jî bi piranî ev e , dibêjin ez gelek zehf dixwim. Çi qas dixwim jî hinek jî bê nikarim qelew bibim.

Pê re got, em jî wana bi encama çavderiya xwe yê bingehîn zexm kir;

Koma dixwazin xwe jar bikin a rastî zehf dixwin lê li gorî bîrbirina wan qasê ku ewan dixwin herî kêm e. Ne tişteke. Li ber çavê wan xwarin jî nîn e. Her gav jixwe birçî dimînin.

Koma ku dixwazin qelew bibin jî li gorî çavnêrîna pispora xwarinê gelek kêm dixwin lê dibêjin min zehf zêde xwar. Li gorî têgihiştina wan zehf dixwin dîsa jî têrgoşt nîn in. Her tim hestê terayî bi wan re heye.

Digo divê em mirovan pêşiya pêşî fêrî pîveka hindikî û zehfiyê bikin. Pê re destpê pareziyê bikin ku parêzî bi kêrê tiştekî werê. Newisa em nikarin, ji destên me tiştek nayê.

Ango pîvan jî li gorî eql û nêrîna yekî dikare ku biguhere insan çawa ji eqlê xwe yê bêhez re ev qas tûnd û bi vebirî qayil dibe hişê yekî nagire. Eger hûn şaş bin wê gavê dê çibibe.



07.06.2017 05:06 ~05:19 | rûbar