Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [religion] de;

1. Religion, her çi qas di ferhengan de wek wateya dîn, ol derbas bibe jî ne wekî wateya ku di hişê mirovên rojhilatanavîn(bi taybetî misilman û cîranên wan) de çêdibe ye. Pênasê baweriyeke ayinî ye. Wateya rîtuel û seromonî di nav xwe de dihewîne.

(Re) tê wateya berê, dubare.
Bi latînî peyva (Legar) jî tê maneya bi nehêniya hemû hebûnê re ji kêliyê afirîşa pêşîn ya alem û ademê heta dawiya demê biyekbûnê. Kiryar, exlaq, felsefeyên jiyanê yên mirovan hemû tê de ye. Peyva religion wek derbirîna ku di hundirê bîran de qewimiye derketiye holê.

Li gorî nasraniyê(mesîhî, xiristiyan) ol;
Adem li bihûşte guneh çêkir. Ademîzad jî wek sizayê ew ''guneha pêşîn'' ebediyyen(wek herûher) rastî xezeba xwedê hatine. Wek daîmî(herdemî) ji bihûştê hatine derxistin.

Baş e, li gorî xiristiyana armanca mirovên mehkûm(hikûmxwar, bêgav, neçar, mecbûr) yên ku tevlî wê gunehê bûne çi ye?
Beraet kirin e, fîhilbûn e.


Baş e, li gorî mesîhiyan karê olê(religion) çi ye?
Bi riya giyana mesîh(hz.îsa ne wek pêxember wek canek ji ruhê xwedê) û bi alîkariya giyaniyan(ruhanî) carek din, cara duyem gihîştina girêdaniya di navbera xwe û xwedayê xwe ku jê hatibû birîn û carek din, cara duyem gihîştina cennetê ye. Bingehîn armanc ev e.

Li gorî îslamê ol;
Li hemberî xwedê bi giramiyeke jidil jiyan derbas kirin e. Misilman ji fermana xwedayê xwe dernakeve, ne ku ji bo gunehkar û neçar e, ji bona ku misilman li hemberî xwedayê xwe giramiyeke jidil digire.

Ji ber vê dîn(li gorî fermana xwedê jiyan kirin) ji xeynî mirovên ku li hemberî xwedayê xwe giramiyeke jidil digirin gelek zehmet e, gelek dijwar e.



27.11.2017 21:35 ~21:50 | rûbar