Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nanê xwe xistin nav tûrika yekî] de;

1. nanê xwe xistin nav tûrika yekî

Bavkalê min vê biwêjê gelek bikar dianî.

Dibêjin vê gotinê cara yekem di rewîtiyekê xwe de gotiyê. Pê re gelek caran ji devê wî bihîstine.

Wateya yekem ev e ku ger (li rêwîtiyekî an jî di rewşên din yên dirûvê vê de) nanê xwe bixin nav tûrika xelkê, gava hûn nanê xwe ji wan bixwazin bi demekê dî wê bibe wekî ku nanê xwediyê tûrikê dixwazin. An dibe ku kêfên we ji hev bişike, dubendî di navbera we de derkeve vê gavê bi destên xwe bêyî sedem bimînin ber însafa xelkê.

Wateya duyem jî ev e ku li hember we yekî çiqas baş û ewlemend jî be tiştên ku pêwîstiya wan bi zanîna wan nîn e bi wan nedin zanîn. Dibe ku pişt re ji hev dilsar bibin û bi ev tiştan hûnê werin êşandin.

Bi rastî min hinek li ser înternet û ferhengan lêkoland lê wekî biwêjek halo nedît. Li deverên din dihê bikaranîn an nayê bikaranîn nizanim. Heta niha min nebihîstiye.

Bila li tirşikê bê.



08.12.2019 18:52 | rûbar