Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îmam şafiî] de;

5. Gelek xweş e.

Imamê Şafiî yekî ji telebeyên xwe bi Ûnis re li ser guftûgo kirina pirsgirêkekê de li hev nayê.

Wilo ye ku telebeyê wî ji ber hêrsbûna xwe waneyê xwe(dersê xwe) diterikîne û diçe mala xwe.

Êvar dibe Ûnis diwerqilîne ku deriyê wî lê dixe? Dibêje 'kî ye?'.

Kesê li ber derî dibêje 'Imamê Şafiî'.

Ûnis, derî diveke û dibîne Imamê Şafiî li ber derî disekine û bi hatina mamostayê xwe ku hatiye heta ber devê derî diheyire.

Gava derî vedibe Imamê Şafiî ji telebeyê xwe Ûnis re ewana dibêje:

1- Hê Ûnis, gava ku bi sedan babetên ku me digihînin hev disekine, tenê meseleyek me ji hev biqetîne?

2- Hê Ûnis, pirên ku tu çêkiriye û di ser de derbas dibe hilneweşîne! Gengaz e rojek pêwîstiyê te paş vegerandina ji wan piran çêbibê!

3- Hê Ûnis, ji xetayan hîlet bike lê ji kesên ku ketine xeletiyê nefret neke.

4- Bi tevahiya dilê xwe ji gunehan biqehire lê li ber gunehkaran bikeve, ewana merhemet bike.

5- Hê Ûnis, rexneyê gotina bike lê rêza xwedîgotina bigire.

6- Hê Ûnis, peywira me tîmar kirina nexweşiyê ye, tine kirina nexweşa nîn e.



29.10.2017 03:44 | rûbar