Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feqiyê teyran] de;

18. di navbera bernavkên wî de ji ''mîm û hê'' re zehf kêfa min tê. wek mînak;

''Mîm û Hê'' pirr gunehkar e
Belê navê te Xeffar e
Ez im pir muflîs û jar e
Bi 'eta û fedl û îhsan î

-Feqiyê Teyran

ya rebî çi qas bi wî dikeve.



18.03.2017 01:41 | rûbar

17. Siyad dibêt te ranakem,
Me bêj nabêt, me bêj nakem,
Mecale dê bi xew xakem,
Binêr carek çi hawar e..

Binêr carek çi bangîne,
Ji newmê xwe vehiş bîne,
Dinê qetl e û dinê xûn e,
Dinê gerdûn û rizgar e..

-Feqiyê Teyran



04.03.2017 17:53 | rûbar

16. Dilo rabe dilo rabe,
Veke çava, ku êvar e,
Nezan û bes di xew da be,
Bi newmê ra mebe yare..

-Feqiyê Teyran



04.03.2017 17:52 | rûbar

15. Ne Eflaton û Luqman man,
Ne Dawod û Suleyman man,
Ne Fîrewn û ne Haman man,
Ne xîndkarêt li ser kar e..

Eya xelqê biyabanê,
Xelqê me dît hemî kanê,
Hemî çûne li wê xanê,
Ne sultan man, ne xîndkar e..

-Feqiyê Teyran

Evan jî dê buhure.



04.03.2017 17:24 | rûbar