Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [quran] de;

10. Ji ber ku ev meh meha qur'anê ye divê qur'an bê xwendin.

Gerçî ne pewîst e ku em bêjin lê;
Mirov ewqas jêhatîne ku dikarin bêtêgihîştin jî bixwînin. A rastî xwendin bi têgihîştinê dibe xwendin. Bê têgihîştin bilêvkirin e ewqas.

Bi kurtî û bi kurdî bixwînin.

Çi bixwînin.

Biya min îroj ku yekşem e jî her kes li mal e sûreta furqanê bixwînin.

Ku mirovek hebê sûreta furqanê nexwendibê û bimrê bextreşiyeke mezin e ji bo wî mirovî.

Helbet bo hemî ayetên quranê jî wisa ye.

Biya min îro yan sûreta furqanê ku hiç nexwendî bin bixwînin yan jî çi bikin bikin nemirin. Pêşber we dawiyek gelek nebaş encam bide.

Sûreta furqan li gorî rêza hejmarê 25emîn sûreta quranê ye û bi 77 ayean pêk tê.



26.04.2020 01:41 | rûbar

9. Aya hîç gotinek wî çendî xweş û tekûz û watedar heye?

Qey hebê bila nîşan bidin?

Heger nikarin bînin baş bipîvin pê re bipeyivin.

Ku bixwînin û guh bidin û biramînin ev kitêb ne gotinên mirovekî ye. Mirovek nîn e ku gotinên ev çende tekûz û rast bîne ba hev.

Pêxemberman jî mirov bûn. Ji bona ku em ji agirê sor û har bigihîjin felatê kedên li ser zar û zimanan dan. Rêberiya me kirin. Tu mize, berdel jî nexwestin. Zilm û zorî dîtin. Hatin kuştin. Tî û birçî man. Ji welatê xwe hatin derxistin...

Ji bo çi?

Ji bo ku hûn neşewitin di nav agirê de.
Ji bo ku hûn nebin sotemeniyên agirê dojehê.

Wan gotinan binêrin, dikarin kêmasiyek, nerastiyek bibînin?!













25.04.2020 22:37 | rûbar