Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rûbar

profîla "rûbar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara tirşikê] de;

26. Nizanim lê amade kirina kovaran hinek zehmet e û ked dixwazê xuya dikê. Eger tiştek wisa dest pê bikê beriya her tiştî cidîtî pêwîst e. Pê re divê bi çawanî ango bi kalîte bê. Têrê tijîtiyê bidê. Rêk û pêk û bi intîzam bê. Rêzika sereke û jêneger exlaq û zimaneke dirist û paqij û zelal bê. Siyaseteke rasterast û berçav nebê, ji destê werê hîç nebê yan jî gelek sînordar û wekî bi qerîne bê.
Herwiha di çarçoveya exlaq, ziman paqijî û cidiyetî de;
Di destpêkê de wext werê diyar kirin. Li gorî nêrînê min pêşî di sala yekemînê her sê meh yek hejmar, wek yêkûnê çar hejmar dibe. Heke kar li rê bibê sala li dû kar werê mezin kirinê, mînak her meh hejmareke yan jî du meh hejmarek werê amade kirin. Evan jî têhev de dibe duwanzdeh yan jî şeş heb hejmar. Îşê amade kirinê ne li kar dibe vê gavê jî kar werê giran kirin. Berê pêşîn wek elektronîk yanê dibê wek malperek yan jî dibê wekî tirşikê di nav sepanekî de wek beşek werê weşandin.
Di dawiyê de ji xwe boçûn û bertekên xwendevanan nîşaneya encamê derbixê ber çavê.



18.05.2017 06:49 | rûbar