Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [netflix] de;

11. bi rastî netflix dişibe filmên hollywoodê pere zehf e. qelîte û teknîk pir serkeftî û baş e. lê belê naveroka fîlmên wan gelek vala ne.

dixwazim bixim du beş fîlmên wan ên ku kirîne, li ser platforma xwe bar kirine û yên ku bi xwe kişandine û weşandine.

fîlmên ewil, mirov bi rihetî, xweşik jhinekan ji xwe re temaşe dike, her çi qas gelek ji wan ên hollywoodê bin jî ji ber ku tu carî bingeha fîlmên hollywoodê naguherin. teknîka wan pêş dikeve gelek serkeftî ye, kadraj pir baş e, makyaj û lîstikvan ji xwe naxwazim qal bikim. lê belê mantiqa bingeha fîlman diyar e. têkiliya wî tenê bi bazar û firotanê re heye. helbet fîlmên wan ên ku dikeve serê mirov jî heye lê mantiqa bi kar tînin mantiqa şanoya yewnana ye. bûyerek diyar dike, bûyera xwe dide fehmkirin pişt re pirsgirêkek çêdike û bi çareserkirinê ve dilê temaşevanan rihet dike. di ber van re fîlmên gelek perizîn jî lê zêde kirine ev pir baş e. mînak harry potter, breaking bad hwd. bawer im qesta min hat fehmkirin.

ji ber ku hollywood şer û tundî hwd. jî difroşin, demekî michael haneke ji ber helwesta wan a bazirganiyê filmek bi navê funny games kişandibû. pêşkeşvan jê pirsî te ji bo çi vê fîlmê kişand? ew jî dibê ku medayaya fîlman a serdest fîlman her tim tundiyê difiroşe û min xwest nîşan bikim ku tundî çi qas tiştek ne baş e, ne xweş e.

beşa duye fîlmên bi xwe çêkirine ye. ez naxwazim bi gelemperî ser hemû fîlmên wan biaxivim. ji ber ku min tenê fîlm û rêzefîlmên wan temaşa kir û ji van jî qismeke mezin, ne tev an. lê belê min belgefîlmên wan temaşe nekir. tenê li ser tiştên ku min temaşe kirin dikarim bibêjim, derfetên di destên wan de, pereyên di destê wan de û bi van platoyên ku ava dikin û di ber de teknîka wan bi rastî jî gelek xurt û qewî ye, mirov dikare welatek ava bike bi van derfetan. lê belê fîlmê xwe ji bo piyaseya wan germ bimîne dikin zû derxin belkî jî senarîst û ji xwe projeyên wan ev in lewra naveroka fîlmên wan gelek rijî, vala ye. bi sehneyên derasayî û bi seksê dixwazin bala temaşevanên xwe bikişînin û bingeha fîlman vala bihêlin ji xwe gelek fîlmên wan ne diyar e ku mirov nizane ku qala çi dike ser meselê (bnr: godless), weke din di piçek fîlman de mijara xwe berfireh digire û fîlman diqedîne an jî ji bûyer û meseleyeke biçûk fîlmek çêdike ku diyar e pir zor dide beşan li peyî hev dirêj bike, mesela frued, knight, ottoman hwd.

lê belê ji xwe re piyaseyeke baş avakiriye. baş e ku fîlmên wan pir xurt nînin belkî ev rê li ber kirîna wan a fîlmên ji derve bike û belkî fîlmên ku em texmîn jî nakin bikirin û biweşînin.



09.05.2020 07:41 ~07:50 | roberz