Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [karwan osman] de;

2. yek ji goranîbêjê gewre yê kurdî(soranî) ye.

bîst û sê saliya xwe de bi stranên xwe derket pêş û zor gewre bû di nav muzîka kurdî de. hîn temenê wî 27 bû ku di vî temenê de -di sala 1991an- li zîndana ebû xerîb hat sêdarekirin.

karwan osman di gel xortaniya xwe stranên gelek xweş ji me re hîşt. armanca wî modernîzekirina muzîka kurdî bû. bi stranbêjên din re jî stranan gotiye. dengê wî zirav e, hin caran dibe ku mirov bişibîne sewta hozan serhad.

ji bilî strana xwe ya were lam stranên xwe yên din hemû bi gîtarê gotiye. stranên herî kêfa min jê re tê were lam, êware, agar hatî û layla ye. di nav stranên wî de toş be cêm dêllî û serbazi win jî ji helbestên evdila peşêw in.

hin stranên wî;

-kras katan
-hardû çawm
-êware
-toş be cêm dêllî
-daxm nachê
-buke yak şawa
-frîşte
-ager hatî
-sarbazi win
-wara lam
-momi tamam
-layla

ên dixwazin dikarin stranên wî ji vê derê gundar bikin






02.05.2020 03:34 ~03:40 | roberz