Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stranên pir zimanî] de;

1. nizanim ji eyşe şan dest pêkir an ji kesek din. lê belê di van stranên pir zimanî de jî du sê ziman hene ku stranbêj bikar tîne. belkî li hin welatan ev tişteke taybet û çandî be nizanim lê dema kurdî, nexasim ji aliyên kurdan ve, bi zimanekî din di heman stranê de bê strîn îmana min ji wê stranê diçe.


strana navdar a wernê wernê jî ji aliyê milyonan ve hat guhdar kirin ji xeynî kurdan kes nizane kurdî ye belkî ereb bizanibin ji ber ne erebî ye.


mesele ev jî nîne exleb kurd çima vê tiştê dikin fam nakim. armanca wan çi ye? dibêjin ne ji dêrê ne ji mizgeftê bim çi ye mesele?

her çi be dilê min qet germ nebû li ber vê meselê. ji ber vîdeoya hunergeha welat ku bi kurdî û erebî hatiye çêkirin min got bînim ziman. yaw derfetên we hene. bila her kes ji xwe re kilama xwe bêje .çi hewce ye.






10.04.2020 11:04 | roberz