Tirşik - Profîl
tirşik-profîla roberz

profîla "roberz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mûzîka kurdî] de;

10. di sala 1912an de li londonê civînek tê kirin. ji aliyê muzîkjenên îngilîzan ve. du hefte dajo ev civîn.


armanca vê civînê ev e ku dixwazin muzîka xwe li cihanê belav bikin. muzîka xwe populer bikin û li cihanê bi awayek belav bikin.

piştî du hefteyan civîn diqede. tenê biryarek tê girtin. ew biryar jî; kî bi çi zimanê dixwaze bila stran bêje lê belê bila bi gîtarê strana xwe bibêje.

dixwazin bi rêya gîtarê muzîka xwe belav bikin. li gor fikra wan muzîk çandek e ev çand amûrên xwe diafirîne. Amûr xizmeta muzîkê dike loma ton û deng jî bi sekma dengê amûrê derdikeve.


helbet felsefeya muzîkê kûr e belkî em tênagihêjinê ji me re jî muzîkjenên baş ku muzîka kurdî dizanin lazim in. ne yên perwerdeya muzîka ewrûpayê dîtine. ku qirik carek hîn bû hew rast dibe.

ji xwe piştî vê civînê bi lez gîtar li cihanê belav dibe, populîzmeke gîtarê çêdibe û dikeve nav her gelî û dest diavêje muzîka wan.



09.04.2020 03:19 | roberz