Tirşik - Profîl
tirşik-profîla heyf

profîla "heyf"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdî de tunebûna daçeka pirsê] de;

12. Di çend zimanên din de jî daçeka pirsê tune ye. hemû bi kirpandin û guhertina deng bikar tînin.
ji bo nivîsandina pirsan nîşana "?" bikar tînin.

lê belê spanyol him nîşana "¿" û him jî nîşana "?" bikar tînin. bi vî awayî gava kesek dixwîne, dizane ku ev hevok hevoka pirsê ye û kirpandin û guhertina dengê xwe rast dike, rasttir dike. xaseten hevokên dirêj rasttir û rindtir tên xwendin.

Mînak:
¿Tenéis que ir a la librería a comprar libros? (¿Divê hûn biçin pirtûkxaneyê, pirtûk bikirin?)
¿A ti te gusta jugar al ajedrez? (¿Tu ji şetrençê hez dikî?)

Bi vî awayî mirov fêm dike ku van hevokan hevokên pirsê ne û dengê xwe li gor wan nizm an bilind dike. Nîşanên "¿/?" nîşanên pir bifêde ne. Nîşanên hewce ne. Zimanê spanyolî bi nîşanên "¿/?" ji zimanên din ên bê daçekên pirsê rasttir tê nivîsandin.

Zimanê kurdî jî bi wan baştir dibe. Dixwazim ku ne tenê zimanê spanyolî, zimanên din jî van nîşanan bikar bînin. lê îro bikaranîna wan nayên tercîhkirin. mixabin :(



30.01.2017 00:34 ~02:03 | heyf