Tirşik - Profîl
tirşik-profîla elaziz izzetpasa camii

profîla "elaziz izzetpasa camii"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mesela cizreli mehmet] de;

1. Dûeta li ser internetê;



Dûeta zindî;




devşekalo lo ser twittirê analîzek li ser wê meseleyê çêkiriye. Bifermo bixwinin. Here lînkê

1. cîzrelî, bismillî, mardinlî, urfalî bi navê yekî ve were bilêvkirin ew kes dibe Turkiyelî. Çima jê re nahête gotin memoyê cizîrî? Tirk e?

2. Min berê jî gotibû heke kurdekî di medyaya tirkan de her roj cih bigre, fêm bikin ku tiştek di binê wan de heye. Çi ye ew tişt? ++

Ev e: cizîr hat xerakirin, talan bû, wêran bû. Jiyaneke ku mirov tamek jê bigre nema. Kê wisa kir? Dagirkeran.

Niha çi dikin? Niha dixwazin bidin nîşandan ku li cizîrê hizûr heye, jiyan berdewam dike. Her kesê ku bixwaze ya dilê xwe bike îmkan heye.

Cizreli mehmet çi dike? Ji keçika kej dibêje "were lê lê çavrêşê. Ez heyrana te, ez qurbana te" êêê wekî din? Wekî din tiştek tune.

Çi ecêb e ku tirk bi van gotinan pir kêfxweş dibin. Hûn bawer dikin ku bi rastî jî tirkek bi serkeftinên kurdan kêfxweş dibe? Lê çima ev ?

Par, di nûçeyên tirkan hat behskirin ku keçikek ji hekkariyê xwestiye pira stenbolê bibîne. Bavê wê jè re pirek çê kiriye.

Çend roj paşê dîsa heman nûçe derket û dewletê alîkariya wan kiribû, ew vehewandibûn stenbolê. We dît dewleta me çiqas dilrehm e?

Çima keçik naxweze mêrdînê bibîne, dixwaze stenbolê bibîne? Lewra li gorî medyaya tirkan tu ji hekkariyê bî jî, tu bi hesreta tirkiyeyê yî.

Çand û Muzîka kurdan dewlemend e. Heke behsa tiştekî tê kirin bila behsa van tiştan bê kirin. Çanda kurdan ji lehmecûn û şemamê pêk nayê.

Go ji eyşo re gotin keziya te çi delal e! Go eyşo ji serî heya binî behsa xweşikbûna xwe kir. Mesela me û tirkan jî carna wisa ye.

Yekî gotiye kürt rönesansı.Yekî gotiye dünyaca ünlü mizisyenimiz oldu.De were dîn nebe,dijûnan nede.Sebeb medyaya tirkan e û kerîtiya me ye.

Ez ne hunerdmend im jî zora min diçe lê ku ez nîzamettîn ariçek, xelîl xemgînek bûma min ê dev ji gotina stranan berda.

Ya ku tirk dikin propagandaya anîna şaristaniyê ye, ya ku kurd dikin bêhurmetî ye li hunermendên me yên pispor.

Heta niha ewqas behsa kê hatiye kirin? ronesansa kurdan kayhan kelhor bû. Xelata herî bi Nav û deng girt. Çima nebû tt? Yelda Ebbas?

Çend kes Bîjen Kamkar nas dikin? ku wî di muzîka îranî de reform kir. Dengê Erbanê xist nav muzîka îranî.

Çend kes Ebbas Kemendî nas dikin? ku wî deng li cihanê belav kiriye. Mamosteyê ednan Kerîm û Bîjen Kamkar e.

Tirk dizanin çawa qûna me radibe. Loma xweş didin bin çengê me. Di me nin jî em bi vê kerîtiya xwe heq dikin.

Çawa awrûpayî tên tirkiyê henekên xwe bi tirkan dikin dibêjin "ooo! sultanahmet, şîş, kebab" kêfa tirkan tê.

ê me jî dema tirk dibêjin "lahmacûn, şemmamê, kaçak çay" qûna me radibe.

Tirkek tê nav kurdan ji tirsa xwe dibêje "ben de kürtçe öğrenmek istiyorum" deh kurd li dorê kom dibin gotinan hînê wî dikin.Kerîtiyek din..

Eynî tirk dema diçe memleketê xwe dibêjê kurd xayîn in, zimanê wan ne ti ziman e.

Problema me ew e ku em dixwazin herkes me nas bike. Kî dixwaze te nas bike bila were li pey te bigere, tu çima li pey digerî? Çi hewce ye!



11.09.2017 19:03 ~19:14 | elaziz izzetpasa camii