Tirşik - Profîl
tirşik-profîla lawkegoyi

profîla "lawkegoyi"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eşîra goyan] de;

5. Ev Eşîr, di navbera Şirnex û Colemêrg û Sêrt û Wanê de, di nav gelî û newalên li derûdora Çiyayên Kêla Memê(Tr: Kelmehmet Dağı), Tanîna Sindiyan (Tr: Tanin Dağı) û Kato niştecih e. Ji hêjamara xwe ve zêdetirî 50 gund û 100 hezar mirov e. Gelek gund ji gundên Goyîyan di salên notan de ji aliyê dewletê ve hatin xerab kirin lê hêj him li tirkiyê, him jî li Êraqê gelek gundên wan hene. Navçeya Qilabanê (Tr: Uludere) navenda wan e. Bajarokê Dêrahînê (Tr: Uzungeçit) û bajarokê Sêgirkê (Tr: Şenoba) gundên wan ên herî mezin in. Goyî, bi sekulerî û bi lîberaliya xwe di herêmê de tên nas kirin. Ne wek eşîrên derûdora xwe oldar û dindar in, û ne jî wek gelek xelkên kurdistanî li hember jinên xwe zêde patrîarkal (ataerkîl) in. Kurmanc in lê di nav eşîrên kurmancan de bi devokekî gelek taybet diaxivin. Devoka Goyîkî, ji aliyê fonetîka xwe ve di bin bandora Farisî de ye û di axaftina xwe de hemahema hemû dengên vokal girovir dikin, yanê dengên ''a'' dikin ''o''; dengên ''e'' dikin ''a'' û hwd. (Çavkanî: Di Devoka Goyîkî de bi karanîna Lêkeran, S. Bayram, 2016)



22.02.2017 13:40 | lawkegoyi