Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ara dînkjîan] de;

1. Muzîkvan, awazsazekî ermeniyekî amedî ye ku di sala 1958'an de li New Jersey'a Amerîka'yê ji dayikbûye.. hunermendê ûd'ê ye û ji sezen aksu, ahmet kaya, kibariye, mine koşan, gülşen, burcu güneş û coşkun sabah re beste çêkiriye. awazên sarışınım, yine mi çiçek, hoş geldin û vazgeçtim'a Sezen aksu û ağladıkça'ya ahmet kaya wî çêkiriye. Ji xêynî vanan bi dinata dinata'ya yewnanî re jî xebat kiriye.

bi saya bavê xwe hînî muzîka ermenî û tirkî bûye û li gelek cihên dinê bi tesîra vanan gelek konser daye. di konserê xwe de bi gelemperî tenê melodî lêdaye.

Bavê wî onnîk dînkjîan zarokê du ermeniyên amed'ê bûye. piştî ku komkujiya ermeniyan pêk hatiye dê û bavê wî ji amed'ê koç kirine û wî piştî çend salan hatiye dinê..



25.05.2014 00:08 | mergehez