Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [javascript] de;

4. çend roj berê min karek malpersaziyê girt. malperekê ji bo weşanxaneyekê çêdikim. wexta min kar girt min got ûla ez ê hertim karên werê bigrim êdî lê her carê ez gelek gelek wextê xwe li sazkirina malperê xerc dikim. min got ez êdî ji xwe re sîstemekê çêkim da ku wexta min malperek girt ez tenê wê sîstemê hinekî sererast bikim û di wexteke kin de bikaribim malperê biqedînim. javascript gihaşte hawara min. niha ez malperê hema bêje tenê bi javascriptê saz dikim. html tenê ji bo îskeletê malperê hewce dike ew jî max 10 rêzik e. ji xêynî wê hemû htmlan bi javascriptê dîdinim rûpelê. ev ji bo rûpelên wek hev çareseriyeke gelek xweş e. ez her carê ji bo xuyaniyê bi sedan rêzik html nanivîsim. tenê dibêjim document.getElementById("main-div").innerHTML = InsertingItemPanel.toString() û diqede :D



15.05.2017 07:03 | mergehez

3. Kêmasiya herî mezin a teknîkî ya tirşikê ye. Bi vî zimanî mirov dikare malpera xwe bike sîper.

Nîşe: di tirşikê de li gelek cîhan hatiye bikaranîn lê li gelek cihên girîng jî nehatiye bikaranîn. Weke mînak piştî tikandina mijarekê rûpel nuh dibe..



Edîtek girîng: mirov newêre deng bide peyaman. Çima rûpel hercarê nuh dibe û em li bendê disekinin?

(bnr: viva js)

(bnr: viva ajax)



17.08.2016 03:06 ~03:08 | mergehez

2. Zimanekî bernamesaziyê ye. Di gelek qadên bernamesaziyê de tê bikaranîn: malpersazî, lîstiksazî..

Ez di malpersaziyê de bi kar tînim û gelekî jê hez dikim. Gelek taybetmendiyên wê yên xweş hene. Bingeha wê ew e ku mere dikare bi javascriptê bêyî ku ji rûpelê biguherîne, agahiyan bîne rûpelê, li rûpelê tiştekî zêde bike, tenê cihekî rûpelê sererast bike û hwd.. bêyî javascriptê malper ne tu malper e..



27.04.2016 04:18 | mergehez